Kurdistan Center
for Democracy in the Middle East
Accueil En
Accueil Fra
Accueil Ku
accueilAr
Accueil En Accueil Fra Accueil Ku accueilAr
Khoyboun Flag
Home Page Accueil En Articles articles LangueArt
LangueArt archives
archives contact
contact titres livres
titres livres
About us
about us
www.kcdme.com
War Song
ŞERÊ JÎL



Haye li min dewrane.
Gelî bira li min dewrane.
Min nezanî ve, Çi dewre li min…Çi zemane ?
Ev çi bende li min…çi beyane ?
Wezê bi gera-Gerdiya ketim li min çiyayeke zozane.
Di ser de kuîstane, di ber de deşta Bìska
li min germyane.
Siwarbûn 700 siwarê Kemal paça, li Navşar e wêrane.
Tên û li binê vî çiyayê,
serga ve deştê, çadir û xîvetêt xwe lê ve dane.
Berî vî çiyayê Îraqe, piştî vî çiyayê qeza Tirkane.
Heli Maweta heta tête hinda ve Girane…
Çend rê diçin vî çiya yî, çend derî têda ne.
Ĥeme qolçî û mefreze û meaşxorê Îraqe,
nobedarên xwe lê daynane.
Ax çi bikim feleka reş felekê.

Pişta vî çiya yî qeza Tirkane.
Heli ser ħeta binê heme çadir û xîvetêt cendirmane.
Kula mewtê bikevî li mala Memmedê Petew û Kerîmê Kelêtî,
Bo pêşiya mefreze cendirma bo hinda ve
serê irz û iyalê me qaçaxa Şarezane.
Xelîlê Xoşevî ne li malê yê li çiyayê Reş,
li hida ve Ewliya, li vê ħerbê bê agane.
Nobedarê me qaçaxa tenişta wan kitriyê,
li pêşiya wan êstyîkane.
Di gel bangê sibêne horingene topa,
ringîne fikerze leq leqe tematîke,
li hinda ve irz û iyalê me qaçaxa kiriya tûx û domane.
Li vê irz û iyalê giran bû qarî,
hawar û weylî weylî û yeman Yemane.
Tifinga destê Ehmedê Nihadir Cembêzare.
Wa di destê Ebdulayê bira, birawo Elemane.
Eħmedê Nihadir bi sê denge gazî dikte:

Ebdula birawo dest hilîne,
bi nawê ħakimê xwe kem,
me cû mewla û meferet xwe nemane,
recaya me kekê Cemal,
birawo hawara me li dinyayê babê Luqmane.
Ezê bi gera Gerdiya ketim sebeya li min tê bayê sare.
Tifinga destê Ebdula yî Elemane,
wa di destê Eħmedê Nihader Cembêzare.
Ëhmedê Nihadir li vê ħerbê ne kir çi kar û bare.
Derbeka dabû li bejn û bala ye Eħmedê Nihadir.
Bi navê ħakimê xwe kim.
Li ber pista zirav li min qetandî darê-cîgare.
Ebdula bi sê denga gazî dikite :
Eħmed, birawo çi di gel te kir ?
Di bê: Birawo li bira birayê xwe daneyne vê defterê,
li ser birayê te sadir bû qulemê texdirê û moqederê,
go deza tu texmina xwe têda bike,
bi navê  ħakimê xwe kim darê – cîgare
li ber pista birayê te biryê derê.

Ma em de çi kin di gel ħakimê vê beyane.
Di gel amirê vê dewrane.
Ez di destê xwe deme darê Cembêzare
tu di destê xwe haveya qewda darê Elemane,
di  ħerbeke keyn li gera Gerdiya weku ħerba Îmamê Elî
û eshabêt dewre berê ku daketiya nav nihala Sîsbanê.

Min go bira li min bûye wextê desta û tek girtine,
min  nizanî ve ħakimê de li me kete mecalê desta û lekberdane.

Li vê sehmê li vê heybetê, horingene topa, ringîne fikerze,
leq leqe tematîke li hinda ve serê irz û iyalê me tê.

Eħmedê nihadir bi sê danga gazî dikit :
Ebdula birawo bêje irz û iyalê giran,
di destêt xwe tek bigrin bi xwe pêk ve biçinev dexaletê.
Ma çi bikin di gel ħakimê vê beyne,
Di gel amirê vê dewrane,

Min go ez di destê xwe deme darê Cembêzare,
tu di destê xwe haveya qewda darê Elemane,
di ħerbekî kin li gera Gerdiya
weku ħerba Îmamê Elî û eshabêt dewre berê.
Ho birawo, ku ketiya nav nihala Sîsebanê.
Li gera Gerdiya bûye nale lala brîndara,
nobedarê ħeqê weid û qerara muhafizê xerîb û bê çara.
Me gera Gerdiya berda,
Berê xwe da esîreta Salara,
Qonaxa xwe biryê Nihal û Bêtkara.                                      


ELÎ SERKÊRÎ